Famîle
Famîle (herwiha bi latînî: familia) di birêkûpêkiya yan dabeşandina biyolojîk a riwekan de navê hiyerarkiyekê ye. Bêje herwiha di cîhana ajalan de tê bikaranîn.
![](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/7/71/Biological_classification_L_Pengo_vflip_ku.svg/150px-Biological_classification_L_Pengo_vflip_ku.svg.png)
Ev rêmana han ji Pierre Magnol tê ku sala 1689'ê wî li riweknasiyê (botanîk) zêde kiriye. Riweknasên mezin Linné û Antoine-Laurent de Jussieu ji dêl vê têgînê ve, „Ordines naturales“ (=„pergala xwezayî“) bikaranîne. Lê di sedsala dawiyê de riweknasên nûjen li ser bêjeya famîle bihevkirine, bêhtir wê bikartînin.
Famîle ji cure (riweknasî) yan cins (riweknasî)ên riwekên hevpar, bînan û hevşêwe pêk tê. Famîleyên riwekan bi paşpirtika -ceae û yên ajalan jî bi -dae bidawî dibin. Binavkirinên kurdî pirranî navê xwe ji riweka herî navdar a famîleyê digirin û bi paşpirtika pirhejmariyê -(y)an bidawî dibin. Bo mînak sosin, famîleya sosinan. Ev forma han herwiha di binavkirinên êlên (eşîr) kurd de tê bikaranîn. Navê nêrza Sîn/Sîno, di çerxa demê de bûye navê êla Sînemiliyan. Ango, zarokên Sîn ê Milî/Milanî. Wekî tê zanîn Milan eşîreke mezin e.
Girêdanên derve
biguhêre- Ann McNeil & R. K. Brummitt (2003). The usage of the alternative names of eight flowering plant families. Taxon, 52 (4): 853-856.
- Gerhard Wagenitz: Wörterbuch der Botanik, 2. Auflage, 2003/2008, ISBN 3-937872-94-9, S. 110